Amara Koronayê li Tirkiyê rekoreke nû derbas kir
Li gorî daneyên fermî yên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê di 24 saetên dawî de 68 hezar haletên nû yên ketina bi vîrusa koronayê hatin tomarkirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê şeva pêncşemiyê ragihand ku di 24 saetên borî de li vî welatî 68 hezar û 413 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 156 welatiyên Tirkiyê jî ji ber nexweşiya vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane.
Li gor vê amarên nû, li Tirkiyê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine derket 9 milyon û 787 hezar û 274 kesan, herwiha li vî welatî hejmara kesên ku ji ber Koronayê mirine derket 83 hezar û 231 kesan.
Di van rojên dawî de Tirkiye ji ber belavbûna vîrusa Koronayê rojên dijwar derbas dike.
Di van hefteyên dawî de li Tirkiyê ketina bi vîrûsa koronayê dîsa zêde bûye.
Zêdebûna nexweşiya koroner li Tirkiyê di demekê de ye ku cureyeke nû ya vîrusa koronayê ya bi navê "omicron" li wî welatî belav bûye.