Çile 07, 2022 09:47 Asia/Tehran
  • Parlamenterê berê yê HDPê Abdullah Zeydan ku ji 2016an ve di zindanê de bû îro hat berdan

Parlamenterê berê yê HDPê Abdullah Zeydan ku ji 2016an ve di zindanê de bû îro hat berdan.

Li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îro rûniştina doza parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Zeydan birêve çû û di encama wê rûniştinê de heyeta dadgehê biryara azadkirina Abdullah Zeydan da.

Piştî biryara dadgehê Abdullah Zeydan ku ji 4ê Mijdara 2016an ve girtî bû, ji zindana Xarpetê derket ku ji Edîrneyê bo wê zindanê hatibû veguhestin û parlamenterên HDPê Remzîye Tosun, Alîcan Onlu û hejmareke berpirsên din ên HDPê li ber deriyê zindanê, pêşwazî li Zeydan kirin.

Serepeyv