Çile 05, 2022 19:51 Asia/Tehran
  • Hevserokê berê yê HDPyê: MHP gav bi gav dawiyê li AKPê tîne

Siyasetvanê Kurd û hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş derbarê Partiya Tevgera Nijadperest a Tirkiyê (MHP) de ku hevpeymanê AKP ya desthilatê ye peyamek belav kir û got: “Ez bawer im MHP bi rêbazeke opozîsyonê gav bi gav dawiyê li AKPê tîne.”

Li gorî rapora Rûdawê, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku ji Mijdara 2016an ve li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye, Îro 5ê Kanûna 2021ê li ser hesabê xwe yê   Twitterê derbarê Serokê Partiya Tevgera Nîjadperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî de peyamek belav kir, ku partiya wî hevpeymanê AKPê ye.

Demirtaş balkişand ser daxuyaniyên dawî yên Bahçelî û got: “Ez bawer im MHP bi rêbazeke opozîsyonê gav bi gav dawiyê li AKPê tîne. Di vê navberê de ew bixwe jî ji nav diçin lê dîsan jî bila. Tirkiye vê fedakariyê qet (wate mehekê filan) ji bîr nake.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bi biryarekê derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de bi hinceta ku “endamên rêxistina terorê” di wê şaredariyê de kar dikin lêkolîn dabû destpêkirin. Ev biryara Soylu di nav hinek kesayetiyên AKPê de jî bibû sedema nîqaşan û beşek ji wan li dijî vê yekê derketibûn.  

Li ser vê yekê Devlet Bahçelî daxuyaniyên tund dabûn û Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya AKPê Şamîl Tayar, Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Numan Kurtulmuş û Bulent Arinç kiribûn armanc.

Şamil Tayar li ser hesabê xwe yê twitterê gotibû, “Eger Serokê Şaredariya CHPê Ekrem Îmamoglu ji erkê wî bê dûrxistin, dê keda me ya 20 salan vala here.”

Numan Kurtulmuş jî amaje bi wê yekê dabû ku ev biryara lêkolînan ne meseleyeke bi Ekrem Îmamoglu ve girêdayî be. Bulent Arinç jî ragihandibû ku ev lêkolînên derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de dê destê Ekrem Îmamoglu bihêztir bikin.

 

Serepeyv