Çile 05, 2022 15:05 Asia/Tehran
  •  Serokê CHPyê: Îftîra ye dema dibêjin li şaredariyê terorîst hene

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civîna partiya xwe ya li Parlamentoyê Tirkiyê de bersiva gotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu yên derbarê şaredariyên CHPê de da.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Kemal Kiliçdaroglu ragihand, desthilat bi çêkirina tohmetan bo Şaredariya Stenbolê dixwaze tolê li Ekrem Îmamoglu bistîne, ku di hilbijartinên şaredariyê de bi ser berbijêrê desthilatê Binalî Yildilirm de biserketibû.

Kiliçdaroglu got, “Çi ye, dixwazin ji Ekrem Imamoglu tolê bistînin. Dibêjin li wê derê terorîst kar dikin. Baş e erkê te çi ye? Ma qey erkê te ne girtina terorîstan e birako? Biçe desteser bike tu çima hewar dikî? Eger terorîst heye biçe bigre û radestî dozgeriyê bike. Lê nake û nikare bike jî. Ji ber tiştekî wiha nîne dê îftîrayan li şaredariyê bike. Ji ber hewqas dahata Stenbolê neyasayî xwarine têr nabin! Têr nabin! Em dê nehêlin êdî hûn vê yekê bikin. Ev dahat a 16 milyon Stenboliyan e. Em nahêlin dîsan bixwin. Di hilbijartinên şaredariya Enqerê de jî gotibûn eger Mansur Yavaş ser bikeve dê pereyên faturayên gaz û elektrîkê terorîst kom bikin. Ya rastî ev kesên ku hewqasî ji aqil dûr çawa siyasetê dikin ez fam nakim.”

Berpirsên AK Partiyê îdîa dikin di nav şaredariyên CHPê de kesên "terorîst" hene û alîgirên PKKê li şaredariya Stenbolê hatine damezrandin. Ev di demekê de ye ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên şaredariyê yên 2019an de li Stenbolê piştgiriya opozisyonê kir.

Ekrem Imamoglu ku berbijêrê Hevpeymaniya Millet (CHP û IYI Partî) bû 4.74 milyon deng bidest xistin ku ji sedî 54.2ê dengên Stenbolê bûn. Herwiha berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur (AKP û MHP) Binali Yildirim jî 3.93 milyon deng bidest xistin ku ji sedî 44.9 dengê Stenbolê bûn.

Di vê hilbijartinê de opozîsyonê rêveberiya bajarên mezin ên wek Enqere û Stenbol û çend cihên din ên girîng ji desthilatê wergirtibûn. HDPê di van hilbijartinan de siyaseta li Kurdistana Tirkiyê bi ser dikevin û li bajarên Tirkiyê jî AKP û MHPê têk dibin cîbicîh kir.

Serepeyv