Çile 05, 2022 10:29 Asia/Tehran
  •  Li Bazîdê: Koşka Îshaq Paşa bi berfê xemilî

Koşka Îshaq Paşa ya li navçeya Bazîdê ser bi parêzgeha Agirî ya Tirkiyê, bi barîna berfê spî bûye. Qesra Îshaq Paşa ku berhemeke dîrokî ya Kurdan e, çar demsalan pêşwaziyê li hezaran geştyarên xwecihî û biyanî dike.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Bi barîna berfeke zêde li Koşka Îshaq Paşa û derdorên wê ku bilindahiya wê 1900 metre ye, dîmenên nuwaze derketine holê. Geştyarên tên herêmê li Koşka Îshaq Paşa digerin û dîmen û wêneyan dikşînin.

Geştyar Derya Badal, dibêje, “Ez ji Antalyayê hatime. Bi kompanyayê re bo dîtina Koşka Îshaq Paşa hatim. Li Bazidê koşkeke nuwaze ye. Me gelek eciband. Derdora koşkê bi berfê hatiye girtin. Herwiha dîmenên wê yên gelek nuwaze hene û 180 ode û dersxaneyên wê hene. Koşkeke ku harem û mescîtên wê hene. Çiyayê Agirî jî bi rastî gelekî xweş bû.”

Koşka Îshaq Paşa, bi dîmenên xwe yên balkêş bala geştyaran dikşîne û geştyar ji dîtina wê sersam dibin.

Geştyar Suleyman Yurtseven, dibêje, “Em aşiqe vê derê bûn, me gelekî eciband. Cihekî efsaneyî ye, derdor bi berfê hatiye girtin. Xweza û dîmenên wê gelek xweş in û bajêr hemû dibîne. Avahiyeke qerase û nuwaze ye. Bila herkes were vêderê.”

Koşka Îshaq Paşa ku helbestvan û zanyarê mezin ê Kurd Ehmedê Xanî tê de sernivîsarî kiriye û perwerde daye, sala 1685an ji aliyê Evdî Paşayê kurê Mîr Mihemedê Pirbela ve dest bi çêkirina wê hatiye kirin û koşk piştî 99 salan, sala 1784an di dema Îshaq Paşa de hatiye temamkirin.

 

Serepeyv