Çile 04, 2022 15:38 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê enflasyon d'sa zêde bû

Gelê Tirkiyê di destpêka sala nû de rêjeya herî zêde ya enflasyonê ya 20 salên dawî derbas dikin.

Li gorî amarên fermî yên roja duşemê hatin weşandin, rêjeya enflasyonê li Tirkiyê li gorî heman heyama par ji sedî 36,08 zêde bûye.

Ev rêjeya enflasyonê li Tirkiyê ji sala 2002’an û vir ve bê mînak e. Sedema sereke ya zêdebûna enflasyonê daketina lîreyê Tirkî ye.

Di vê navberê de, dewleta Tirkiyê plan kiribû ku enflasyonê 7 qat ji rêjeya ku hatiye ragihandin kêmtir bike.

Lîreyê Tirk di sala borî de li hember dolar zêdetirî %45 daketiye. Enflasyon di meha Mijdarê de ji sedî 21,31 hatibû ragihandin.

Daketina nirxê lîreyê tirkî û di encamê de zêdebûna enflasyon û feqîrbûna gel, populerbûna Serokomarê Tiriyê Receb Teyib Erdogan gelekî kêm kiriye.

Serepeyv