Çile 04, 2022 11:51 Asia/Tehran
  • Erdogan di meha Sibatê de serdana Erebistana Siûdî dike

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku ewê di meha Sibatê de serdana Erebistana Siûdî bike, piştî ku bi Riyazê re li ser mijarên herêmê dewreke alozdar derbas kir.

Li gorî nûçeya Reutersê, Erdogan roja Duşemê li ser pirsa çareserkirina pirsgirêkên hinardekirina bi Erebistana Siûdî re got ku ew ê meha Sibatê serdana welatên Kendava Farsê bike.

Hinardekirina Tirkiyê bo Erebistana Siûdî di salên dawî de ji ber aloziyên navbera her du welatan di asta herî jêrîn de ma. Tirkiye ji ber zêdebûna enflasyonê û daketina nirxê diravê neteweyî, hewl dide têkiliyên xwe bi welatên herêmê re, di nav de Îmarat, baş bike.

Ofîsa ragihandinê ya hikûmeta Erebistana Siûdî derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye.

Erdogan di serdana xwe ya meha borî bo Qeterê de xwestibû ku bi Welîehdê Erebistana Siûdî Muhemed Bin Selman re hevdîtinê bike. Di wê demê de civîn pêk nehat.

Serepeyv