Çile 04, 2022 10:25 Asia/Tehran
  • Pêncemîn destwerdana Banka Navendî ya Tirkiyê di bazara diravê dereke de

Banka Navendî ya Tirkiyê ji bo girtina pêşiya daketina nirxê lîreyê (pereyê neteweyî) di 5 qonaxan de 7.1 milyar dolar kişande nav bazara diravê dereke.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, Banka Navendî ya Tirkiyê bi fermî destwerdanên xwe yên rasterast ên di warê diravê dereke de li bazara diravên vî welatî ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, di qonaxa pêncem de 2 milyar dolar di 17ê meha borî de derbasî bazarên diravî bûye. Di 13ê Kanûnê de di qonaxa çaremîn de 3 milyar û 120 milyon dolar derzî li piyaseya biyanî ya Tirkiyê hatibû kirin.

Banka Navendî ya Tirkiyê herwiha di destwerdana sêyemîn di 10ê Kanûnê de bi 687 milyon dolarî û ya duyem jî di 3ê Kanûnê de bi 504 milyon dolarî ragihand.

Di 1ê Kanûnê de jî 844 milyon dolar li piyaseya biyanî hat zêde kirin.

Bihaya Dolarê amerîkî niha nêzîkî 14 lîreyên tirkî ye.

Serepeyv