Çile 04, 2022 09:54 Asia/Tehran
  • Êrîşkarê avahiya HDPê serbest hat berdan

Êrîşkarê Avahiya HDPê ya li Bahçelîevlerê Muhamed Eren Sutçu, piştî darizandinê ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan.

Roja 28ê Kanûna 2021an êrîşkarê bi navê Muhemet Eren Sutçu, bi hinceta endamtiya partiyê bi kêr û demançeyan diçe şaxa HDPê ya li Bahçelîevlerê. Ber bi pêşwaziyê re êrîşkar şûşeya çayê ya ku bo wî hatiye amadekirin bi ser Ramazan Dişarda de dirijîne û hewl dide ku bi kêr û demançeyê kesên di avahiyêde bikuje. Lê bi mûdaxaleya endamên partiyê rê li ber tevkujiyekê hatibû girtin û êrîşkar radestî hêzên ewlehiyê hatibû kirin.

Di êrîşê de endamên HDPê Ramazan Dişarda û Azîz Şîmşek birîndar bûbûn û derbarê dosyayê de jî biryara nihênî hatibû ragihandin. Êrîşkarê ku bi daxwaza zindanîkirinê bo dadgehê hatibû veguhestin, ji aliyê Sêyemîn Dadgeha Sulh û Cezayê ve serbest hat berdan.

Tê gotin ku êrişên ser HDPê bi piştgiriya MHP û AKP û bi piştgermiya wan pêk tên, loma kes ji dadgehên bin deshilata hikûmeta AKP-MHPê hêviya edaletê nake. 

Serepeyv