Di roja ewil a piştî betlaneya sersalê da nirxê lîreyê ji sedî 5 daket
Li bazarên cîhanê piştî betlaneyên sersalê dîsa nirxê lîreyê Tirkî di roja ewil de daket.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, di demekê de ku nirxê diravê Tirkiyê li dawiya sala 2021`an li hemberî dolarek amerîkî 13.18 lîre bû, lê di sala nû de daketina wê berdewam bû û her dolarek bi 13.92 lîreyan hat guhertin.
Tê pêşbînîkirin ku enflasyona salane ya Tirkiyê di meha Kanûnê de bibe ji sedî 30,6 û ji sala 2003an û vir ve bona cara ewil ji sedî 30 derbas dibe.
lîreyê Tirkî di çend salên borî de di bazarên nûderketî de performansa herî xirab hebû, sala borî %44 nirxê xwe li hember dolar winda kir.
Eva di reşrkê de ye ku serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan îro Duşemê ragihand ku hikûmeta wî dixwaze di sala 2022an de ji sedî 5 pêşveçûna aborî bi dest bêxe.
Beriya niha jî Erdogan îdia kiribû ku ew ê di pêşerojê de bibe yek ji aboriyên herî mezin ên cîhanê.