Çile 02, 2022 09:37 Asia/Tehran
  •  Welatiyên li Mûşê ji ber sermayê cam û şaneşînên xwe bi brandayê digrin

Li Mûşê welatiyên li avahiyên kevn rûdinên ji bo xwe ji sermayê mihefeze bikin pencere û şaneşînên malên xwe bi brandayê digrin.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Li bajêr germahiya hewayê hetanî 15 pileyên binê sifirê ket û welatî ji ber sermayê tengasiyê dikişînin.

Li banê xaniyan cembelîk çêbûn, ajokaran ji bo ji sermayê biparêzin betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe.

Hin kesên li avahiyên kevn rûdinin jî ji bo malên wan germ bin pencere û şaneşînin xwe bi brandayê girtin û tevdîr hildan.

 

 

Serepeyv