Tirkiye - Li Mûşê bi hinceta DAIŞê 4 kes hatin destserkirin
Çile 01, 2022 18:17 Asia/Tehran
Li parêzgeha Mûşê ya Tirkiyê di operasyoneke li dijî rêxistina DAIŞê de 4 gumanbar hatin desteserkirin.
Li gorî rapora Rûdawê, Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Mûşê ve hatiye belavkirin, hêzên ewlekariya berî şeva sersalê li dijî rêxistina DAIŞê li parêzgeha Mûşê dest bi operasyoneke kirine.
Di çarçoveya operasyonê de hêzên ewlekariyê li dijî navnîşanên çend kesên ku bi hinceta peywendiyên wan bi DAIŞê re hene û zarokên xwe naşînin dibistanên Wezareta Perwerdê, hevdem operasyonek pêkanîn.
Di encama operasyonê de hêzên ewlekariyê 4 gumanbar destserkirin.