Kanûn 31, 2021 22:53 Asia/Tehran
  • Li Dîlokê hêzên ewlehiya Tirkiyê 11 kes bi tohmeta endambûna DAIŞê desteser kirin

Li parêzgeha Dîlokê ya li deverên kurdî li Tirkiyê di operasyona ser navê girtina endamên DAIŞê de 11 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê, di encama lêpirsîna xebatên DAIŞê de derbarê 11 kesan de biryara desteserkirinê da.

Hêzên Rêveberiya Ewlekariya Dîlokê, bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ji bo desteserkirina endamên DAIŞê operasyon li dar xist û 11 kes desteser kirin.

Li gor agahiyan, her 11 kes ji bo ku îfadeyên wan bên wergirtin, bo Rêveberiya Ewlekariya Dîlokê hatin veguhastin.

Desteserkirina endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Tirkiyê di rewşekê de ye, ku pêştir civaka navneteweyî Enqere bi vê yekê tohmetbar kiribû ku DAIŞ`ê weke alavekê ji bo têkbirina aramiya Sûriyê û rûxandina dewleta qanûnî ya Beşar Esed li Sûriyê bi kar tîne. 

Serepeyv