Kanûn 31, 2021 20:50 Asia/Tehran
  • Alî Babacan bi Kurdî peyama sersalê belav kir

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê(DEVA) Alî Babacan îro 31ê Kanûna 2021ê ku roja dawî ya sala 2021ê ye  li ser hesaba xwe yê medya civakî piştî ku bi zimanê Tirkî peyama xwe ya sersalê belav kir, peyamek Kurdî jî belav kir û bi zimanê Kurdî sersala welatiyan pîroz kir.

Alî Babacan di  peyama xwe de ji welatiyan re dibêje ku ew nikare bo sala 2022ê sozê bide wan, lê amajeyê bi sala 2023ê dide ku hilbijartina Tirkiyê dê  di wê salê de bê kirin. Bi gotina Babacan partiya wî dê di sala 2023ê de bo hemû welatiyan bibe derman.

Alî Babacan di wê peyama xwe de dibêje “Nikarim ji bo 2022yan soz bidim, lê sala 2023ê wê ji bo me hemûyan bibe DEVA. Sersala we pîroz be”.

Babacan ji bo kişandina dengên kuran li Tirkiyê ber bi partiya xwe, siyaseteke nerm û bi piştgirî derbara kurdan têxe ber çavan. Lê belê kurdên Tirkiyê hêvîdar in ku soz û qirarên wî jî wekî soz û qirarê Erdogan ji bo kurdan nebe, Erdoganê ku niha wekî dijminê sereke yê kurdan tê hesibandin. 

Serepeyv