Kanûn 30, 2021 14:33 Asia/Tehran
  • Rapirsiya Metropoll: Dengên Tifaqa Millet ji dengên Tifaqa Cumhur zêdetir in

Li gor encamên rapirsiya dawî ya Kompanya Metropollê ku mehane li Tirkiyê rapirsiyê dike, dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê %41.6 in û dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AKP û MHPê pêk tê %37.6 in.

Lêkolînên Metropollê encama rapirsiya herî dawî ya li 28 parêzgehên Tirkiye û herêmêm kurdî ku di rojên 11-15ê Kanûna 2021ê de bi beşdariya 1514 kesan hatiye kirin, eşkere kir.

Di rapirsiyê de ji beşdarvanan pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin bên kirin hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiya siyasî?” hat kirin û piştî rêjeya kesên bêbiryar bi yeksanî li ser partiyan hatin belavkirin, encam wiha derketin:

AKP: %32.3

CHP: %27.4

ÎYÎ Partî: %14.2

HDP: %11.9     

MHP: %5.3

Partiya DEVA: %2.6

Partiya Memleket: %1.6

Seadet: %1.5

Partiya Pêşerojê: %1.1

Li gor encamên rapirsiyê AKP, CHP, ÎYÎ Partî û HDP benda %10 derbas dikin û partiya netewperest MHP ku hevparê AKPê ye di desthilatê de di bin benda %10 de dimîne.

Serepeyv