Li dijî baregeha leşkerên Tirkiyê ya li Başîqa êrişa bi moşekan
Kanûn 30, 2021 09:26 Asia/Tehran
Hat ragihandin bi moşekek êrişê baregeha leşkerên Tirkiyê yên dagirker ya li nêzî Başîqa hatiye kirin.
Li gorî nûçeyên di hin malperên xwecihî yên parêzgeha Ninowaya Iraqê de hatine belavkirin, di saetên êvarê de bi moşekek êrişê baregeha leşkerên Tirk a li bajaroka Zêlkan ya ser bi Başîqayê hat kirin. Hat gotin, di encama êrişê de ti ziyan çênebûye.
Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Tirkiyê bi behaneya şerê li dijî DAIşê devera Başîqayê li bakurê Iraqê dagir kiriye û li wir ji xwe re bargeh çêkiriye bona êrişa ser deverên din ên Iraqê.