Sancar: Hewl didin êrîşa ser avahiya HDPê wek êrîşek serbixwe nîşan bidin
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar nerazîbûn li dijî êrîşa ku roja Sêşemê li dijî avahiya partiya wan hatiye kirin nîşan da û got “Hewl didin vê êrîşê wek êrîşek serbixwe û tevgerek takekesî nîşan bidin. Em van senaryoyan nas dikin. Em dibêjin ku ev senaryo ser nakevin.”
Duh danê êvarê li dijî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê êrîşek pêk hat. Hevserokê HDPê Mîthat Sancar derbarê êrîşê de amaje bi wê yekê kir ku armanca êrîşên bi vî rengî dûrxistina HDPê ji siyasetê ye û got: “Li paş vê êrîşê jî helbet hinek plan hene. Niha careke din dest bi nivîsîna wan senaryoyên ku em nas dikin, kirine.”
Hevserokê HDPê di berdewamiya axavtina xwe de wiha got “Hewl didin vê wek êrîşek serbixwe û tevgerek takekesî nîşan bidin. Ev yek dê wek êrîşa kesek dîn û bi kelecan bê nîşandan. Em van senaryoyan nas dikin. Em ji kuştina Hrant Dînk û Denîz Poyrazê dizanin. Em dibêjin ku ev senaryo ser nakevin. Çiqas hewl bidin jî bila bidin em dê zîhniyet û hêzên li pişt van êrîşan eşkere bikin û hesabê bipirsin. Bila gumana ti kesekê ji vê yekê nebe."