Kanûn 28, 2021 21:03 Asia/Tehran
  • Bi çekê êrişî avahiya HDPê ya Istenbolê hat kirin

2 kesên ku bi çekê êrişî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevler a Stenbolê kiribûn, bi kêrê endamekî partiyê birîndar kirin. Hat zanîn ku kesê êrişkar di dema êrîşê de gotiye "Ez dê we bikujim."

 

Îro  du kesan êrîşî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê ya Istenbolê kirin.

Li gor agahiyan, ji êrîşkaran yekî çek û yê din jî kêr hilgirtibû.

Hat ragihandin ku kesê çekdar bi dengekî bilind qîriyaye û gotiye, “Ez dê we hemûyan bikujim”. Yek ji êrîşkarên ku piştî mudaxaleya endamên HDPê hewl daye bireve, ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Hat ragihandin ku di êrîşê de endamekî partiyê bi kêran birîndar bûye.

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu li rûpela xwe ya Twîtterê têkildarî êrişê ragihandiye, “Li hemberî avahiya me ya li navçeya Bahçelîevlera Stenbolê hewldana êrîşa bi çekê pêk hat. Di encama girtina çekê de rê li karesateke mezin hat girti. Êrîşkar hat desteserkirin.”

Serepeyv