Kanûn 28, 2021 17:05 Asia/Tehran
  • Hevserokên HDPê bi Serokên CHP û DEVAyê re civiyan

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar û Pervin Buldan îro bi Serokên Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) û Partîya Dêmokirasî û Pêşketinê (DEVA) ra civîyan û dawîn alûgurên Tirkîyê hilkolandin.

 

Piştî civînê Pervîn Buldanê di civîneke çapemenîyê da got: “Em li ser çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê axifîn. Li Tirkiyê qeyranên aborî, siyasî, civakî û dadê hene. Îro 10emîn salvegera Komkujiya Roboskiyê ye. Berpirsên Komkujiya Roboskiyê heta niha nehatin diyarkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêwîst e hilbijartinên pêşwext bên lidarxistinkirin. Me jî pêşniyara Serokê Giştî kir, ku em ji bo hilbijartinên pêşwext bi hev re pêşniyaznameyekê bidin parlamentoyê. Dê pêşniyara me binirxînin û bersivekê bidin me.”

Kilicdaroglu jî di vê civîna çapemenîyê da got: “Pêwîstiya Tirkiyê bi yekitiyê heye. Divê em girîngiyê bi aştiyê din. Pêwîst e, em bên ba hev û biaxifin. Hemû pirsgirêkên Tirkiyê dikarin bên çareserkirin. Em bi hevserokan re li ser pirsgirêkên Tirkiyê axifîn û me nêrînên xwe ji hev re gotin.”

Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mithat Sancar îro herwiha li Enqerê bi serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan re hevdîtin pêk anîn. HDPê di vê hevdîtinê de dîsan tekezî li ser hilbijartina pêşwext wek çareseriyek bo qeyranên niha yên li Tirkiyê kir.

Di dawiyê de serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan jî got, “Mixabin welatê me di rewşeke pir qeyranî û aloz re derbas dibe. Hema bêje di her qadê de me di nav kirîzê da ne. Her çend ev çend sal in qeyrana aborî, bêkarî û hejarî di rojeva gelê me de ye, lê welatê me di qeyraneke kûr a dadmendî û yasayî de û di krîzeke kûr a demokrasiyê de derbas dibe. Em ji siyaseta derve heta perwerdeyê di her qadê de rastî krîzan tên. Dema ku em li kûrahî û sedemên van qeyranan dinêrin, dema ku em li sedemên bingehîn dinêrin, rêveberiya xirab dibînin. Rêveberiya xirab ne tenê pirsgirêkek pergalê ye. Belê, pêwîst e welatê me di zûtirîn dem de derbasî sîstema parlemanî ya bihêz bibe. Lê di heman demê de pêwîstî bi guhertina zîhniyeta rêveberî û guhertineke giştî ya desthilatê heye. Ev yek tenê bi hilbijartinan pêkan e.”

Babacan tekez kir, “Em di şert û mercên pir dijwar re derbas dibin, pirsgirêk mezin in, lê em wekî DEVA çareseriyan hêsan dibînin.”

 

 

 

Serepeyv