Kanûn 28, 2021 09:53 Asia/Tehran
  • Mirina 157 tûşbûyîyên din ên koronayê li Tirkîyê

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê ragihand ku 157 tûşbûyîyên din ên koronayê li vî welatî canê xwe ji dest dan.

Fexreddîn Koca Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê ragihand ku di 24 sietên buhurî da 26 hezar û 99 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 157 tûşbûyîyên din jî li vî welatî canê xwe ji dest dan.

Bi vî awayî hejmara tûşbûyîyan li tirkîyê gihîşt 9 milyon û 333 hezar û 223 kesî û hejmara gorîyan jî gihîşt 81 hezar û 733 kesî.

Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê jî di daxûyanîyekê da ragihand ku 42 haletên tûşbûna bi omîkronê li vî welatî hatine tomarkirinê.

Sazîya Cîhanî ya Tenduristîyê derbarê omîkronê da hişyarîyê dide û radigihîne ku ev cura koronayê dikare lezgîntir ji curên din ên vîrûsa koronayê were veguhestinê.

Pisporekî nexweşîyên vegir jî dibêje ku asta vegirbûna omîkronê anegorî dêltayê, 5 beranber e.

 

Serepeyv