Kanûn 27, 2021 19:22 Asia/Tehran
  • Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê rêyên 1306 gundan hatin vekirin

Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Kurdistana Tirkiyê rêyên 1306 gundên ji ber berfê hatibûn girtin, hatin vekirin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li tevahiya parêzgehê rêyên 3 gund û navçeyan ji ber rewşa nerênî ya keş û hewayê girtî ne. Herwiha ji hefteya borî ve û heta niha rêyên 630 gund û navçeyan hatine vekirin.

Li Colemêrgê û navçeyên wê rêyên 248 gund û gundikên ji ber berfê hatibûn girtin, ji aliyê tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ve hatin vekirin. Lê hewa sar û mij û moranê bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

Rêveberê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bedlîsê Umit Kurtkan ragihand ku rêyên 243 gundên ji ber berf û pûkê hatibûn girtin, ji nû ve hatine vekirin. Herwiha da zanîn ku kar û xebatên vekirina rêyên 5 gundên din jî berdewam in.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmuz Yentur jî diyar kir ku rêyên 185 gundan hatine vekirin. Li aliyê din li gor Rêveberiya Keşnasiyê, li wan parêzgehên kurdên Tirkiyê sir û sermayeke zêde heye û gelek cihan qeşa girtiye.

Serepeyv