Desteserkirina mal û milkên 770 kesan bi behaneya têkiliya wan bi koma Gulen û PKKê re
Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyê biryara desteserkirina mal û milkên 770 kesan bi behaneya têkiliya wan bi koma Gulen û PKKê re da.
Li gorî malpera TRT, Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyê ragihand: 454 kes bi endamtiya di nav koma Fethullah Gulen de û yên mayî jî bi endamtiya di nav PKK û Koma Civakên Kurd (KCK) de tohmetbar in.
Li gorî vê raporê, bi fermana wezareta xezîneya Tirkiyê mal û milkên endamên komên tundrew ên weke DAIŞ, El Qaîde, Hizbullah, Rêxistina Tevgera Îslamî, Ceyş el-Quds û El Nûsrayê jî hatine desteserkirin.
Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyê her wiha mal û milkên endamên komên terorîst ên çep ên Partiya Komunîst a Marksîst, Partiya Eniya Şoreşger a Gel a Şoreşger, Partiya Komunîst a Marksîst-Lenînîst û Partiya Komunîst a Şoreşger a Tirkiyê desteser kir.