Kanûn 23, 2021 15:56 Asia/Tehran
  • Tirkiye - Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê rêya 316 gund û mezreyan girtî ye

Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê ji ber barîna zêde ya berfê rêya 316 gund û mezreyan hat girtin.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, ji ber berfê li navenda bajêr û navçeyan rêya 109 gund û mezreyan hat girtin.

Li navenda bajêr û navçeyan 650 personel bi 250 wesayîtî va xebatan didomînin da ku welatî mexdûr nebin.

Ekîban berfa li ser rê û peyarêyan paqij kir û rê xwê kirin.

- Hekarî

Li gorî agahiya ku ji Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Hekariyê hat wergirtin, li seranserî bajêr ji ber berf û bagerê rêya 105 gund û mezreyan hat girtin.

Ekîbên berfê digel şertên neyînî yên hewayê, xebatên xwe yên vekirina rêyan bênavber didomînin.

- Mûş

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur di daxuyaniya xwe da diyar kir, li seranserî parêzgehê ji ber berf û bagerê rêya 39 gundan hat girtin, xebatên vekirina rêyên girtî didomin.

Yentur bal kişand ku ji bo rewşên bilez, ekîbek jî amade tê sekinandin.

Ekîbên şaredariyê li navenda bajêr xebatên rêxwêkirinê didomînin.

- Bidlîs

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkan diyar kir, ji bo ku welatî mexdûr nebin, ew ê di kurtedemekê da rêya 63 gundan ên girtî, vekin.

Şaredariya Bidlîsê jî li navenda bajêr li ser kuçe û kolanan xebatên berfê didomînin.

Li Erzirom û Agiriyê rêya 117 gund û taxan ji ber berfê hat girtin

Li Erzirom û Agiriyê ji ber berf û bagerê rêya gund û taxan hat girtin, xebatên ji bo vekirina rêyên girtî dewam dikin.

Ji ber berf û bagera li herêmê li Erziromê rêya 372 taxan hat gitin. Ekîbên Rêbeja û Şaredariya Bajarê Mezin bi şev jî xebatên vekirina rêyên girtî domandin.

Di encama xebatan da rêya 274 taxan hat vekirin û rêya 98 taxan jî hê girtî ye.

Ekîb ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

Li Agiriyê jî ekîbên Îdareya Taybt a Bajêr ji duh pê va dixebitin ku rêyên girtî vekin, rêya 237 gundan hatibû girtin ji wan ya 218 heban hat vekirin.

Ekîb ji bo vekirina rêya 19 gundan dixebitin.

 

Serepeyv