Kanûn 22, 2021 19:58 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê: Vaksîna TURKOVAC ji bona emilandina acîl hat pesendkirin

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan, "Bi hilberandina TURKOVACê em ê bi kêfxweşî aşiya xwe bi hemû mirovahiyê ra parve bikin."

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Erdogan bi weşana zindî beşdarî merasima hilberandina aşiya (vaksîna) TURKOVACê bû ku li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Şanliurfayê di laboratuvarekê da hat lidarxistin.

Receb Tayyîb Erdogan di axaftina xwe da got TURKOVACa aşiya me ya ku pesendkirinên hewcedar hildaye û hatiye ber emilandinê sembola hewldanên me ye ku em dixwazin gelê xwe ji şewbê biparêzin.

Erdogan diyar kir bi hilberandina TURKOVACê wê bi kêfxweşî aşiya xwe bi hemû mirovahiyê ra parve bikin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê diyar kir ku ji bo emilandina acîl TURKOVAC hat pesendkirin

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku TURKOVAC a aşiya xwemalî ya Kovîd-19ê ji bo emilandina acîl, hat pesendkirin.

Wezîrê Tenduristiyê li Herêma Pîşesazî û Organîzeyê ya Rihayê ji laboratuwarekê di bernameya înformatîk a Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan jî beşdar bûbû da axivî û got ku ew ji ber dayîna mizgîniya gel li bendê ye gelek kêf xweş e û wiha domand: "Aşiya me ya Turkovacê ya Kovîd-19ê ya înaktîv a xwemalî ji niha bi şûn va bo emilandina acîl hat pesendkirin."
 

Serepeyv