Recep Tayyîp Erdogan: Hilbijartina berwext tuneye
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Hilbijartina berwext tuneye. Ev dewlet dewleteke hiqûqê ye. Dîroka hatiye destnîşankirin çi be hilbijartin wê çaxê ye."
Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku hilbijartina berwext tuneye û wiha got, "Ev dewlet dewleteke hiqûqê ye. Dîroka hatiye destnîşankirin çi be hilbijartin wê çaxê ye."
Erdogan diyar kir ji bona kurên dowîzê li gor rêgezên aboriya piyaseya serbest bi rastiyên welatê wan ra li hev bike duh bernameyeke aboriyê eşkere kirine û wiha got, "Ev bername gihîşt armanca xwe. Em hewl didin ku spekulatorên niyeta wan xerab e destê xwe ji ser welatê me bikişînin û piyaseya serbest li gor şert û mercên xwe tevbigere. Di vir da kesên ku qezenc dikin yên di bankeyan da pereyê wan heye yan jî îxracatê dikin nînin, bi 84 milyon ferdên xwe hemû welatê me qezenc dike."
Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir di bin zexta kur û enflasyonê da biryardar in ku nehêlin tu welatiyên wan destkeftiyên xwe wenda bike.
Erdogan got me dest pê kiriye û em alîkariya hişkayiyê ya bi 2,6 milyar lireyî radizînin hesabên cotkarên xwe.
Recep Tayyîp Erdogan der barê aşiya (vaksîna) Tirkiyeyê da jî diyar kir înşellah Turkovac wê bigihêje hemû dinyayê û hemû mirovahiyê.