Kanûn 22, 2021 18:07 Asia/Tehran
  •  Tirkiye: Li Muglayê 100 koçber hatin desteserkirin

Li navçeya Koycegiz ser bi bajarê Mugla yê Tirkiyê di keştiyeke masîgiran de 100 koçber hatin destserkirin. Herwiha gumanbarek jî bi tohmeta qaçaxiya bi mirovan hat desteserkirin.

Li gor zanyariyan tîmên ser bi Fermandariya Ewlehiya Peravan hatine agahdarkirin ku li navçeya Koycegiz di nav keştiyeke masîgiran de grûbek koçber hene.

Li ser agahdarkirinê tîmên Fermandariya Ewlehiya Peravan ber bi wê deverê ve çûn û 100 koçberên ku di keştiyê de bûn destserkirin. Herwiha hêzên ewlekariyê kesek jî bi gumana qaçaxiya bi koçberan destserkirin.

Hat ragihandin ku koçberên hatine desteserkirin piştî karûbarên yasayî bo Rêveberiya Koç û Koçberan a Muglayê hatine şandin.

 

 

Serepeyv