Kanûn 21, 2021 16:27 Asia/Tehran
  • Erdogan hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê red dike

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyib Erdogan êvara Duşemê di gotarekê de got ku hilbijartinên pêşwext li wî welatî nayên kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Erdogan di berdewamiya axavtina xwe de îdia kir ku di mehên bê de enflasyon li welatê wî dê kêm bibe û got: Em hay ji hîlebaziya wan kesan in ku hewl didin ji paş ve kêrê li welat û milet bidin.

Elî Babacan, serokê Partiya Demokrasî û Pêşverû ya opozisyona Tirkiyê, roja Şemiyê daxwaza lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir ji bo bidawîanîna qeyrana darayî ya niha, lê got Erdogan razî nabe ji ber ku di rewşa niha de bi ser nakeve.

Di Mijdara borî de, li ser banga komên opozîsyonê yên ji bo hilbijartinên pêşwext, Erdogan gotibû ku hilbijartinên serokomarî û parlementa Tirkiyê dê di Tîrmeha 2023an de bên kirin.

Li gorî agahiyan, nirxê lîreyê Tirkiyê li hember dolar berdewam dike û roja duşemê jî dolarê Amerîkî bi 18 lîreyên Tirkiyê dihat firotin.

Serepeyv