Kanûn 21, 2021 14:17 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevaniya Tirkiyê destwerdana Iraqê dike

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê tekezî li ser giringiya parastina mafên tirkmenên Kerkûka Iraqê kir.

Televîziyona TRT a Tirkiyê ragihand, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar di çarçoveya vîdeokonferansê de bi fermandarên artêşa Tirkiyê re daxuyaniyeke destwerdana di kar û barên Iraqê de da û got: Ji bo Enqerê parastina mafên tirkmenên Kerkûka Iraqê pir girîng e. Tirkiye geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne.

Wezîrê berevaniya Tirkiyê ku ji ber destwerdana leşkerî ya Enqerê li Iraq û Sûriyê tê rexnekirin, behsa berdewamiya operasyonên leşkerî li dijî endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya Tirkiyê kir.

Enqerê PKK xistiye nava lîsteya terorîstan û bi hinceta şerê li dijî vê partiyê bakurê Iraq û Sûriyê kirine qadên şer û pevçûnên artêşa Tirkiyê û bi van êrişên xwe yên dagirkerî heya niha gelek ziyanên canî û aborî gihandine gelên Iraq û Sûriyê.  Ev destwerdana leşkerî ya tirkan tevî nerazîbûnên Bexda û Şamê û gelên Sûriyê û Iraqê hîn jî berdewam e.

Serepeyv