Erdogan soza girtina pêşiya faîzên zêde û enflasyonê li Tirkiyê dide
Kanûn 20, 2021 12:04 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê careke din soz da ku rê nade faîzên zêde û enflasyonê xelkê biperçiqîne.
Li gorî AFP, Serokomarê Tirkîyê Receb Teyib Erdogan roja Yekşemê di lûtkeya Tirkîye-Afrîqayê de li Stenbolê got, "Zû yan dereng, ew ê enflasyonê dîsa kêm bike."
Erdogan ku berî niha jî çendîn caran ji girtina pêşiya zêdebûna enflasyonê li Tirkiyê xeber daye, dîsa soza xwe ya zêdekirina mûçeya herî kêm ya qasî sedî 50 di sala bê de wekiland.
Di sala 2011an de cara dawîn buhayên serfkaran gihişt ji sedî 4an, lê ji sala 2017an vir ve li Tirkiyê enflasyon her ku diçe zêde bûye.
Lîreyê Tirkî ji destpêka meha Mijdara îsal ve nêzî ji sedî 40 daketiye û hîn tirsa daketina zêdetir heye.