Kanûn 20, 2021 11:38 Asia/Tehran
  • Rojname û Weşanên Tirkî: Hem kredîta pere û hem jî kredîta welat winda bûn

Îro rojnameyên Tirkiyê li ser kirîza aborî ya Tirkiyê nivîsîn: hem kredîta pere çû hem jî kredîta welat ..

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, piştî ku serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan roja yekşemê li lûtkeya Tirkiyê û Afrîqayê li Stenbolê, dîsa soz da ku  "Zû yan dereng wê enflasyonê kêm bike.” Krîza aborî û enflasyon bû manşeta piraniya rojnamên îro yên Tirkiyê.

Rojnama Cûmhûriyetê nivîsî: Malnişînên nerazî ji ber pêwîstiya wan bi nan meşiyan.

Sûzjû jî nivîsiye: Milet di rêza nanê erzan de, hem kredîta pere û hem jî kredîta Tirkiyê çû.

Li gorî Rojnama Millî Gazete, enflasyon li Tirkiyê %100 e.

Yeni Çağ jî nivîsiye ku erdheja Lîreya Tirkî li Qibrisê û sûcê revîna zanyar û aqilmendan ji welêt li ustiyê AKPê ye.

Rojnama Kirar herwiha nivîsiye: Cehalet bi rêxistin bûye, tenêtiya Tirkiye di cîhana Îslamê de.

Rojnama Yenî Asya jî derbarê meşa karker û teqawîtbûyiyan li Tirkiyê nivîsiye û wiha diyar kiriye: Dewlet welat ber bi îflasê ve dibe.

Lîreyê Tirkî ji destpêka meha Mijdara îsal ve nêzî ji sedî 40 daketiye û hîn tirsa daketina zêdetir heye.

Serepeyv