Kanûn 18, 2021 18:36 Asia/Tehran
  •   Li Parlamena Tirkiyê budceya 2022ê hat pesendkirin

Li Parlamena Tirkiyê hevdîtinên budceya 2022ê bi dawî bûn û qanûna budceyê li Lijneya Giştî hat pesendkirin. Li Lijneya Giştî ya Parlamena Tirkiyê 17ê Kanûna 2021ê pêşniyara qanûna Budceya Rêveberiya Navendî ya 2022ê hat pesendkirin.

Hevdîtinên budceyê ku 6ê Kanûna 2021ê li Lijneya Giştî destpê kiribûn 12 rojan berdewam kirin û 17ê Kanûnê bi dawî bûn.

Di hevdîtinan de ku bi axaftina Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay destpê kir, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar û Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî axivîn.

Di roja dawî ya hevdîtinên budceyê de jî li ser navê hikûmet û partiyan Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê axivî û piştre deng hatin dayîn. 516 parlamenteran deng dan, 190 deng na û 326an jî dengê erê dan û proje-qanûna budceyê hat qebûlkirin.

 

 

Serepeyv