Kanûn 16, 2021 22:31 Asia/Tehran
  • Biryara Erdogan a ji bo kontrolkirina encamên enflasyonê

Ji bo kêmkirina bandora neyînî ya enflasyonê, Serokkomarê Tirkiyê neçar ma ku mûçeyê kêmane zêde bike û bêşê ji karkeran nestîne.

Li Tirkiyê mûçeyê kêmane ya 2 hezar û 850 Lîre zêde bû  û gihêşte 4 hezar û 250 lîre. Hikûmet amaje bi wê dike ku wan nêzikî 2 qat mûçeyê kêmane zêde kirine, lê aliyên opozisyonê jî rewşa xerab aboriyê û enflasyona zêde bibîr dixin û tekez dikin ku malbat nikarin debara jiyana xwe pê dabîn bikin.

Recep Tayip Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê di vê barê de diyar dike, “Di sala 2021ê de reqema herî jêr a mûçeyê kêmane, wek 4 hezar û 250 lîre hatiye destnîşankirin. Li gor rewşa zewacê û hejmara zarokan a karkeran ev hejmar zêdetir bibe. Ez wek mûçeyê kêmane  dibêjim,  ev hejmara herî zêde ye ku di 50 salên dawî de bi rêjeya ji sedî 50  zêdebûn di mûçeyê kêmane de pêkhatiye.”

Erdogan sedema vê biryarê kêmkirina pirsgirêkên çîna karkeran nîşan da.

Li gorî biryara Erdogan, kesên ku mûçeyên herî kêm distînin bêş û bac ji wan nayê standin.

Tevî rexneyên opozîsyonê Banka Navendî ya Tirkiyê roja Pênçşembê 16ê Kanûna 2021ê rêjeya faîzê bi sad xalan bo ji sedî 14ê daxist. Piştî daxuyaniya daxistinê  faîzê ya Banka Navendî, nirxê lîreyê tirkî li beramber dolarê amerîkî bi awayek tund daket û her dolareke amerîkî gehişt 15.62 lîreyên tirkî.

Serepeyv