Kanûn 16, 2021 19:33 Asia/Tehran
  • Banka Navendî ya Tirkiyê cardin jî rêjeya faîzê daxist

Banka Navendî ya Tirkiyê, îro derbarê rêjeya sûda bankî (faîz) de biryara xwe aşkere kir û ew rêje bo %14an kêm kir.

Lijneya Polîtîkayên Pereyan a Banka Navendî ya Tirkiyê îro 16ê Kanûnê rêjeya faîzê careke din jî daxist. Ev daxistin di demekê de ye, ku kêmtir ji mehek beriya niha, Banka Navendî ya Tirkiyê bi biryarekê rêjeya faîzê li wî welatî kêm kiribû.

Banka Navendî ya Tirkiyê di 21ê Cotmeha 2021an de jî rêjeya faîzê kêm kiribû û ji %18 daxistibû bo %16an û 18ê Mijdarê jî ji %16an daxistibû bo %15an.

Piştî biryara daxistina rêjeya faîzê çavê bazarê li nirxê lîreyê Tirkî ye. Piştî biryarê lîreyê Tirkî zêdetir nirxê xwe ji dest da û di 5 deqîqeyên destpêkê de dolarek ji 15.10 lîreyan derket 15.62 lîreyan.

Serepeyv