Kanûn 14, 2021 10:40 Asia/Tehran
  •  Berteka dersimiyan a ji bo krîzê: Em nikarin debara xwe bikin

Gelê Dersimê anî ziman ku îqtidarê hilberînerî nehiştiye, roj fiyet biha dibin û nikarin debara xwe bikin.

Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê (MA), 'Cengîz Ozbasar' nivîsiye: Ji ber polîtîkayên îqtidara AKP'ê û zêdebûna kûra dovîzan krîza aborî her diçe kûrtir dibe û gel hîn bêtir bi xizaniyê re rû bi rû dimîne. Dersimiyan, bal kişandin ser polîtîkayên AKP'ê yên dibin sedema xizaniyê û destnîşan kirin ku nikarin debara xwe bikin. 

TIŞTA NAYÊN KIRÎN 

Hasan Çîçek bilêv kir ku her diçe welêt hîn bêtir dikeve nav çiravê û êdî bûye ku nikairn nan bibin malê. Çîçek, diyar kir ku ji ber nexweşîna lê peyda bûye hezar TL meaşê astengdariyê distînin, lê nikare pê debara xwe bike û got: "Fatûreyên av û ceryanê ketine ser dilê hev. Em nikarin arvan bistînin. Kîsê arvan bûye 400 lîre. Dibêjin wê bihatir bibe. Em nikairn debara xwe bikin. Tu tişt nayê kirîn."

 ‘EM NIKARIN BIÇIN MARKETÊ'

 Yemoş Dalgiç jî bilêv kir ku fiyet her roj biha dibin û got: "Gava em diçin marketê em destvala dertên. Êdî em niakrin zexîr ebi kîloyan bistînin. Mirov nikarin debara xwe biukin. Zengîn bêtir zengînd ibin, feqîr jî bêtir feqîr dibin."

 'DE WERE Û BI VÎ MEAŞÎ DEBARA XWE BIKE'

 Hidir Kûllû jî anî ziman ku meaşê wî yê teqawidbûyînê 2 hezar û 400 TL ye û got: "Em nikarin bi vî meaşî debara xwe bikin. Lê îqtidar dibêje hûn dikarin. Madem em dikarin, bila were û bi vî meaşî ew debara xwe bike." Kûllû, destnîşan kir ku ji bo kesekî teqawidbûyî karibe debara xwe bike meaşê qwî herî kêm divê 4 hezar TL Be. 

Texsîvan Selçûk Çiglik jî bilêv kir ku kurê wî li nexweşxaneyeke taybet bi emaşê kêm dixebite û got: "Ji ber ku kurê min nikare bi wî meaşî debara xwe bike, her meh pereyan jê re dişînim." Çiglik, diyar kir ku ew texsîvan jî ji ber zemên tên kirin êdî nikarin tiştekî bikin û got: "Me biryar stend ku heya du mehan em fiyet zêde nekin. Lê nizanim em ê heya çi wextî karibin wisa îdare bikin."

 MIROV BIRÇÎ NE 

Bulent Yuksel jî got: "Li welat duristî nema ye. Lê gava mirov li rastiyê mêze dike, mirov bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne. Birçîbûn û xizanî heye. Hin mirov hene li ser çopan nan û zexîre berhev dikin." 

Serepeyv