Kanûn 13, 2021 16:12 Asia/Tehran
  • Derbarê 4emîn Kongreya HDPê ya Rêxistina Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin

Dije-terora Tirkiyê li ser kongireya HDPê ya li Stenbolê bi hinceta `dirûşmên piştgiriya PKKê` lêkolîn da destpêkirin.

Şaxa Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Giştî ya Tirkiyê bi hinceta “sloganên pesnê Abdullah Ocalan û sirûdên PKKê”, di derbarê kongreya HDPê ya Stenbolê de doz vekir û dest bi lêkolînan kir.

Şaxa Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Giştî ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de dibêje:

“12ê Kanûna 2021ê saet 11:00 li navçeya Kuçuk-çekmece ya Stenbolê kongreya HDPê hat sazkirin. Li ser agahdariya kongreyê, Rêveberiya Ewlekariyê ya Stenbolê ji saet 8:00 sibehê ve li cihê kongreyê tedbîrên ewlekariyê wergirtin. Piştî tespêtkirina Kongreyê, dirûşmên pesnê serokê rêxistinê û sirûd hatin gotin.”

Dije-Terora Tirkiyê diyar dike, li Serdozgeriya Komarê li dijî kongreya HDPê doz hatiye vekirin.

4emîn Kongreya HDPê ya Rêxistina Stenbolê duh bi beşdariya Hevserokê HDPê Mithat Sancar û bi hezaran endam û alîgirên HDPê li salonekê çandî ya navçeya Kuçukmekceya Stenbolê birêve çû.

Di encama kongreyê de hevserok û rêveberiya nû ya HDPê ya rêxistina Stenbolê hat hilbijartin. Parlamenterê berê yê HDPê Ferhat Encu û endama rêvberiya HDPê Îlknur Birol wek hevserokên nû yên şaxa Stenbolê hatin hilbijartin.

Hevserokê HDPê Sancar, di vê Kongreyê de da zanîn ku divê li dijî polîtîkayên şerî ew wek hêzên aştî û demokrasiyê yekîtiyeke mezin ava bikin.

Serepeyv