Kanûn 13, 2021 14:47 Asia/Tehran
  • AA: Artêşa Tirkiyê û MITê li dijî PKKê li herêma Gare operasyoneke hevbeş pêk anîn

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê di operasyoneke hevbeş a Istixbaretê (MIT) û artêşa Tirkiyê de, li Garê 9 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan. Lê PKKê heta niha ev îdia piştrast nekiriye.

Ajansa Anadoluyê (AA) ya hikûmeta Tirkiyê ragihand ku MITê û hêzên artêşa wî welatî li herêma Gare ku dikeve nav sînorê Herêma Kurdistanê êriş û operasyoneke hevbeş pêk anîn.

Li gor îdiaya AA, di encama wê êrişê de 9 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan û derbarê hûrgiliyên êrişê de jî zanyariyek nehat belavkirin.

Ev yek di demekê de ye ku Hêzên PKKê roja 11ê vê mehê ragihandibû, balafirên şer ên Tirkiyê çoltera gundên Meyrokê û Sêdarê yên li herêma Çiyayê Gare, 6 caran bombebaran kirin.

PKKê diyar kiribû ku dîsa heman rojê, herêma Zapê jî ji aliyê balafirên Tirkiyê û bi obusan hat bombebaran û topbarankirin.

Li aliyê din PKKê di daxuyaniyeke din de amaje bi şerê li Zapê kir ku Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar îdia kiribû ku di êrişa wan de 20 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dane. PKKê ku berî niha kuştina 8 efser û leşkeran di wî şerî de ragihandibû, tekez kir ku di wî şerî de ti ziyan ne gihiştiye hêzên wê.

PKKê berî niha eşkere kiribû, wan rojên 8 û 9ê Kanûnê li devera Zapê operasyonek li dijî artêşa Tirkiyê kirine û di encama şerê di navbera hêzên wan û leşkerên artêşa Tirkiyê de 8 efser û leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û dest danîne ser termên wan.

Lê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser hesaba xwe ya fermî Twitterê tenê kuştina 3 leşkeran li devera Zapê ragihandibû.

Serepeyv