Tevî midaxileyên Banka Navendî li bazara diravê dereke dîsa nirxê lîreyê Tirkiyê daket
Ligel ku di 10 rojên dawî de Banka Navendî ya Tirkiyê 3 caran midaxeleya bazarê kir, lê dîsan dolar bi 14,46 lîreyan rekoreke din şikand. Euro jî 16 lîre derbas kir.
Daketina bihayê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî berdewam e. Îro 13ê Kanûna 2021ê dema borse hatine vekirin, dolar careke din 14 lîre derbas kir û niha yek dolar bi 14,46 lîre û yek euro jî bi 16,34 lîreyan e.
Lîreyê Tirkî her diçe nirxê xwe ji dest dide û di meheke dawî de li hember dolar %40 zêdetir nirxê xwe ji dest daye. Sedema herî mezin a ji dest dana nirxê lîreyê Tirkî, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ve û têkçûna aborî ye.
Banka Navendî ya Tirkiyê ji meha Îlona 2021ê ve rêjeya faîzê 4 puan daxistin. Pispor dibêjin daxistina rêjeya faîzê dê bibe sedem ku lîreyê Tirkî zêdetir nirxê xwe ji dest bide, lê desthilata Tirkiyê bi taybetî Erdogan pêdagir e ku rêjeya faîzê zêdetir daxîne.
Beşek ji partiyên opozîsyonê berdewam rexenyan li polîtîkayên hikûmetê yên aborî digrin û bi gotina wan rêveberiya Erdogan êdî nikare welat birêve bibe û ji ber wê banga hilbijartina pêşwext dikin, lê Erdogan û Bahçelî pêdagir in ku hilbijartin di dema xwe de sala 2023an bê kirin.