Kanûn 13, 2021 09:51 Asia/Tehran
  • Bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li bakurê Iraqê

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve li bakurê Iraqê înkar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a KurdPress`ê, di civîna bo pêdaçûna proje qanûna bûdceya wezareta berevaniya Tirkiyê de, nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan ji wezîrê berevaniya Tirkiyê pirsî: “Çapemeniya cîhanê behsa bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê Tirkiyê ve dikin. "Ma hûn biryarê didin ku li ser vê yekê lêkolîn bikin?"

Di rewşa ku medya cîhanê û PKKê bi belge nîşan dane ku Tirkiye çekên Kîmyayî li dijî kurdan çi li Iraqê çi jî Sûriyê bikar tîne Akar îdia kir: "Di nava çekên hêzên me de çekên kîmyewî tune ne."

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê herwiha got: "Pir hêsan e ku meriv bikaranîna çekên kîmyayî bişopîne .Rêxistina Navneteweyî ya Qedexekirina Çekên Kîmyewî di vî warî de lêkolînên pêwîst dike."

Eva di rewşekê de ye ku vê rêxistinê derbarê belavbûna nûçeyên bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê Tirkiyê xwe bê deng kiriye û her eva bûye sedemê teşwîqbûna tirkan ji bo bikaranîna van çekan.

Êrîşên neyasayî yên artêşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê berdewam in û Bexda jî bi berdewamî ew êriş wek binpêkirina serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê şermezar dike.

Serepeyv