Kanûn 12, 2021 09:58 Asia/Tehran
  •  Partiya DEVA: Li Tirkiyê mafên mirovî û civakî li gor kêfa rayedarên hikumetê tên destnîşankirin

Patiya Demokrasî û Pêşdeçûnê DEVA ya Tirkiyê, li ber peykerê Mafên Mirovan yê Diyarbekirê, bi beşdariya Cîgirê Serokê Giştî yê DEVAyê Mustefa Yeneroglû bi mebesta 73. Salvegera qebûla peymana Mafên Mirovan daxuyaniyekî belav kir.

Serokê DEVA yê Diyarbekirê Cîhan Ulsen daxuyand, maf û azadiyên civakî, ketine bin tasarûfa rayedarên hikumetê û hikumet bi awayekî kêfî wan mafan nas dike yan jî nake. Cîhan Ulsen bal kişand ku Tirkiye hem destûra xwe ya bingehîn hem jî peymanên navneteweyî nas nake û sedema hemû qeyrana jî ew helwesta kêfî ya hikumetê ye.

Cîgirê Serokê Giştî yê DEVAyê Mustefa Yeneroglû jî bal kişand ku li welatekî ku hiqûq û demokrasi wek ku niha ji holê hatiye rakirin, bê rakirin, li wan welatan, xizanî, birçîbûn û qeyranên mezin peyda dibin û di wan polîtîkayan de rik kirin jî wan kêşe û qeyranan kûrtir dikin. Yeneroglû da zanîn, êdî diyar bûye ku rêbazeke çareseriyê di destê hikumetê tune ye û dê bi wan xeletiyên xwe jî têk biçe.

Serepeyv