Kanûn 11, 2021 23:22 Asia/Tehran
  •  CHP: Rewşa malbata Şenyaşar bo Tirkiyê şermezarî ye

Parlamenterê CHPê Abdurrahman Tutdere dibêje, “Rewşa malbata Şenyaşar bo Tirkiyê şermezarî ye.”

Li gorî rapora Rûdawê, Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Abdurrahman Tutdere daxwaz ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul kir ku piştgiriyê bide lêgerîna Emine Şenyaşar ku hevjînê wê û du kurên wê di dema hilbijartinan de ji aliyê kesûkar û pasewanên parlamenterê AKPê ve hatibûn kuştin.

Parlamenterê CHPê Abdurrahman Tutdere li Parlamentoya Tirkiyê li ser budceya Wezareta Dadê axivî û dîmenên serdana Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bo Emine Şenyaşar nîşan da ku 9ê Kanûna 2021ê çûbû Rihayê û got, ev dosye şermezariya Tirkiyê ye ku piştî 3 sal û nîvan hê jî doz nehatiye vekirin û divê Tirkiye ji vê şermê bê rizgarkirin.

Parlamenterê CHPê Abdurrahman Tutdere, dibêje, “Em li ser budceya Wezareta Dadê diaxivin. Wezareta Dadê ku di dewleta hiqûqê de stûna piştê ye. Ez vê budceyê bi kurtî dixwazim bi dîmenekî behs bikim. Ev dayika hûn dibînin Emine Şenyaşar e. 14ê Hezîrana 2018an li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, di saziya dewletê de, li pêş kamerayan hevjîn û du kurên xwe di encama kuştineke hovane de ji dest dan.”

Abdurrahman Tutdere amaje bi wê kir, “Li gel ku nêzîka 3 sal û nîv di ser bûyerê re derbas bûye lê ji ber derbarê bûyerê de doz nehatiye vekirin, daxwaza dadweriyê pêk nehatiye 287 roj in li ber Dadgeha Rihayê ye û daxwaza dadweriyê dike. Divê daxwaza vê dayikê ya dadweriyê bê cîbicîhkirin. Dayika Emine vê dibêje: Min ji vî barî bifilîtînin. Birêz wezîr ev dosye şerma Tirkiyê ye. Divê ev doz bê vekirin û bêyî li nasnameya sîyasî ya kujeran bê temaşekirin bên dadgehkirin û cezakirin.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu roja 9ê vê mehê bi armanca hevdîtina li gel nûnerên saziyên civakî yên sivîl serdana Rihayê kiribû.

Kemal Kiliçdaroglu li pêşiya Baroya Rihayê serdana Emîne Şenyaşar kiribû gotibû, “Hewara dayîkekê ye û dibêje ez dadweriyê dixwazim, zarokên min û hevjînê min li ber çavên min hatin kuştin. Em dizanin çend dozger hatin guhertin û zextên sîyasî jî dizanin lê ew çi bikin bila bikin em dê dadweriyê pêk bînin.”

Emine Şenyaşar bi armanca dadgehkirina kujerên malbata xwe nêzîkî 278 roj e li pêş Dadgeha Rihayê çalakiya rûniştinê dike.

Roja 14ê Hezîranê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê şer û alozî di navbera alîgirên berbijêrê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz û endamên malbata Şenyaşar de çêbû û têde çek hatin bikaranîn, di encam de 3 kes ji malbata Şenyaşar û kesek jî ji malbata Yizldiz hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Serepeyv