Kanûn 11, 2021 13:43 Asia/Tehran
  • Li Rihayê - Ji qoçên beran, canega û gamêşan şeh û alavên xemlê çêdike

Li Rihayê berhemên ku hosteyê şehan Mahmut Çayci bi destê xwe çêdike, hem li welêt û hem jî li dervayî welêt eleqeyê dibînin

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Li Rihayê berhemên ku ji qoçên beran, canega û gamêşan tên çêkirin li welêt û dervayî welêt eleqeyê dibînin ku qoç dema ji selexaneyê tên hildan, pişiyê tên çalkirin û dû ra jî li ber tavê 2 salan tên zihakirin.

Mahmut Çayciyê 42 salî ku li Tirkiyeyê ji wan çend hosteyên şehên qoçan e, di atolyeya xwe ya li Kuliyeya Rizwaniyeyê ya di bin sîwana Weqfa ŞURKAVê da ya girêdayî Walîtiya Rihayê, ji qoçên beran, canega û gamêşan şeyên rengbireng çêdike.

Çayciyê ku bi qasî 20 salan e qoçên heywanan ji hin miemeleyan ra derbas dike û jê berheman çêdike, li Navenda Perwerdeya Gel a Bozovayê da di qursan da hunera xwe fêrî nifşên nû dike.

Hunermendê Çand û Dewletê Mahmut Çayci diyar kir, bi qasî 20 salan e ew vî hunera li ber jibîrbûnê ye, didomîne.

Çayci bal kişand ku ew hewl dide, bi piştgiriya Walîtiya Rihayê va hunera xwe bidomîne û wiha got:

"Di festîval û çalakiyên li hin bajaran da ez hewl didim vî çalakiyê bidim naskirin. Min bi derfetên xwe li ser dîroka şeh hin lêkolîn kirin. Dîroka şeh, vedigere salên gelek kevn. Bi qenaeta min, ji roja ku dinya çêbû û vir va şe heye. Ez bi piranî ji qoçên bizin, beran, gamêş û canegayan şeh û alavên din çêdikim. Ez qoçên nayên emilandin bi piranî ji selexane û qesaban temîn

dikim. Qoçên ku berhev dikim, ez bi qasî du salan li ber tavê ziha dikim û wisa dest bi miemeleyê dikim. Qoç gava ziha dibin, mêjiyê tê da bi xwe berê jê derdikeve û miemeleya li ser hêsantir dibe. Ez ji van nexasim şe, destiyê kêran û alavên xemlê yên curbecur çêdikim. Li ser sîparîşê ez dişînim welatên wekî Almanya, Holanda, Fransa, Awistirya û Îskoçyayê.

Çayci diyar kir, bingeha qoçan mîna şopa tiliyan ji hevdu cuda ye û wiha dewam kir, "Bingeha qoçan pir cuda ye. Neqşên wan cuda ne. Ji qoçekî pirî caran şehek derdikeve. Qoçê zihabûyî piştî ku em ji miemeleyê derbas dikin, em pres dikin û dû ra jî em di agir da dişewitînin û saxlemtir dikin. Şehên ji qoç tên çêkirin xwezayî ne, ji bo por tu zirara wê tuneye."

 

 

Serepeyv