Kanûn 11, 2021 11:28 Asia/Tehran
  • Tirkiye îdia dike ji bo destwerdana li Iraqê bi vî welatî ra rê keftiye

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê îdia kir ku operasiyona li dijî endamên PKKê li Iraqê bi hevahengiya rayedarên vî welatî didome.

Xulûsî Akar, Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê di dewamê da wiha got: Têkoşînaa dijî endamên PKKê û YPGê heta jinavbirina dawîn endamên vê partiyê dê were domandin.

Akar armanca destwerdana leşkerî li bakurê Iraqê û Sûriyê berevaniya ji welatiyên Tirkiyê da zanîn û got: Hêzên me bi operasiyona pencikê li bakurê Iraqê derbasî hin navçeya bûn ku dihat gotin ne pêkan e.

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê bêyî amajeya bi hejmara hêzên vî welatî ku hatine kuştin, îdia kir: Di operasiyona rojên dawiyê yên artêşa Tirkiyê li Iraqê derdora 20 hêzên PKKê hatine kuştin.

Ev gotin di halekî da tên hilêxistin ku rayedarên dewletê û gelê Iraq û Sûriyê bi caran li hemberî destwerdana leşkerî ya artêşa Tirkiyê nerazîtî nîşan dane.

 

Serepeyv