Li Bakurê Sûriyê û Iraqê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin
Di encama destwerdana artêşa Tirkiyê li bakurê Iraq û Sûriyê de 4 leşkerên din ên Tirkiyê hatin kuştin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku roja pêncşemiyê di encama operasiyonekê de li dijî endamên Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) li devera operasyona "Pênce Birûsk" li bakurê Iraqê 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje ku di vê operasyonê de 6 PKKyî jî hatin kuştin.
Herwiha Îro jî leşkerekî din ê Tirkiyê li bakurê Sûriyê hat kuştin.
Di vê navberê de PKKê ragihand ku li devera Zapê ya Herêma Kurdistanê şer di navbera şervanên PKK û leşkerên artêşa Tirkiyê de derket ku di encamê de 8 efser û leşkerên tirk hatine kuştin, Tirkiyê tenê kuştina sê serbazan li devera "Pence-Brûsk" pişt rast dike. Lê PKKê diyar kir ku termên wan leşkeran ketine destê hêzên wê.