Kanûn 09, 2021 10:41 Asia/Tehran
  • Serokomarê Tirkiyê ji ber daketina lîreyê hêrs bû

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib erdogan daketina nirxê lîreyê tirkî wek "êrîşa li dijî pereyê neteweyî" bi nav kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, Erdogan ragirtina diravê dereke li malan sedema sereke ya daketina nirxê diravê neteweyî li hemberî dolarê wesif kir.

Tevî hemû hewldanên bê encam ên Erdogan ji bo rizgarkirina diravê neteweyî, wî îdia kir ku Tirkiye dikare êrîşa li ser perê xwe pûç bike.

Erdogan pêwendiya di navbera enflasyon û bilindbûna nirxê kelûpelên sereke û daketina tund a nirxê diravê Tirkiyê red kir û got ku rezerv û depokirina diravê dereke sedema qeyrana aborî ye û kesên ku vê yekê bikin dê bên cezakirin.

Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê yekê jî kir ku Dezgeha Çavdêriya Bankeyan lêkolînê li ser deswerdana di nirxê diravê dereke de dike û emê bibînin ka kî li pişt wê ye.

Lîre li hember dolar careke din daket. duh Çarşemê li piyaseyên biyanî yên Tirkiyê her dolarek bi 13.67 lireyî hat guhertin.

Daxistina nirxê lîre, bêkarî, enflasyon û di encamê de zêdebûna xizaniyê populerbûna Recep Tayyîp Erdogan gelekî kêm kiriye. Herî dawî gelê Tirkiyê li dijî daketina nirxê diravê welatê xwe xwepêşandanên dijî hikûmetê li dar xistin.

Serepeyv