Serdana wezîrê derve yê Tirkiyê bo Qeterê
Kanûn 05, 2021 23:32 Asia/Tehran
Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji bo amadekariya serdana Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan a Qeterê gihîşt Duhayê paytexta vî welatî.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, "Mewlûd Çavuşoglu" ku îro yekşemê çûye Qeterê, got ku ew ji bo hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Muhemed Bin Ebdulrehman Al Sanî re ji bo lidarxistina heftemîn civîna bilind a stratejî ya her du welatan, çûye Duhayê da ku amadekariyê ji bo serdana Erdogan ya Qeterê bike.
Serokomariya Tirkiyê hefteya borî ragihandibû ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi armanca geşkirin û kûrkirina peywendiyên Tirkiye û Qeterê dê rojên 6 û 7ê Kanûnê serdana Duhayê bike.