Birayê serokê berê yê navçeya Cizîrê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê hat kuştin
Kanûn 05, 2021 14:09 Asia/Tehran
Li navçeya kurdî ya Cizîra bajarê Şirnexê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê, Tahir Guven birayê Serokê berê yê Navçeya Cizîrê yê AKPê Cihan Guven, di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.
Li gorî zanyariyên di çapemeniya Tirkiyê de hatine belav kirin otomobîla Tahir Guven, roja 4ê Kanûna 2021ê li taxa Cûdî ya Cizîrê ji aliyê hinek kesên nenas ve hat rawestandin û piştre gulle li Tahir Guven hatin berdan û di encamê de Guven jiyana xwe ji dest da.
Piştî bûyerê tîmên tenduristîyê çûne cihê bûyerê û termê Tahir Guven rakirine nexweşxana Dewletê ya Cizîrê.
Hat diyarkirin derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin, lê li ser sedema wê bûyerê ti agahî nehatine belavkirin.