Kanûn 04, 2021 15:56 Asia/Tehran
  • Şer û pevçûnên giran di navbera hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê û endamên PKKê de

Di şer û pevçûnên navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de 4 kes hatin kuştin.

Li gorî îdiaya ajansa nûçan a Anadoluyê, di encama şer û pevçûna navbera hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê û endamên PKKê li parêzgeha Dêrsimê, cendirmeyek û 3 endamên PKKê hatin kuştin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser Twitterê ragihand ku di şer û pevçûnan de endamekî PKKê hatiye girtin.

PKKê hîn di vê barê de ti daxuyaniyek nedaye.

Enqere Partiya Karkerên Kurdistanê wek grûpeke terorîst bi nav dike û li dijî endamên wê şer dike.

Serepeyv