Mijdar 29, 2021 13:32 Asia/Tehran
  •  Tirkiye - Li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê, ji ber bi kurdî axivî, lêdan

Mebûsê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu ji ber hesabê xwe yê twittirê re nivîsî ku ji ber bi kurdî axiviye gardiyanan li girtiyekî daye.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Gergerlîoglu wisa nivîsî: "Li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê girtiyê bi navê Îlyas Aras ji ber ku diya wî bi tirkî nedizanî bi telefonê bi kurdî axivî. Peywirdar ji vê yekê aciz bûye, bi sedema destê wî di bêrîka wî de ye telefona wî biriye û bi ser de jî lêdane. Li girtîgehên Tirkiyeyê zilim di vî astî de ye!"

Gergerlîoglu dengê axaftina wê kêliyê jî ji ser hesabê xwe re belav kir û Wezareta Edaletê jî etîket kir ku hay jê hebe.

Li aliyê din xwişka Arat a bi navê Zehra Arat ji bo Ajansa Mezopotamyayê axiviye û gotiye ku piştî birîna telefonê diya wê ji ser xwe çûye û ev yek lê zêde kiriye: "Di nav demê de me pir ev dîtin. Ev nêzîktêdayîna neyartiyê ye. Dibe diya min nexweşa dil ba. Tiştek pê bihata dê kî hesab bida? Kî hesabê vê yekê dê bike. Piştî birîna telefonê em li rayedarên girtîgehê geriyan, ji me re gotin 'em carek din telefonê girê nadin, hûn diçin li ku gilî dikin bikin'."

Serepeyv