Mijdar 28, 2021 17:14 Asia/Tehran
  •   Sancar: Eger em vê desthilatê neşînin, sala bê em dê li van rojan bigerin

Hevserokê HDPê Mithat Sancar derbarê rewşa aboriya Tirkiyê de rexne li desthilatê girtin û got: "Eger em vê desthilatê neşînin, sala bê em dê bi çirayê li van rojan bigerin."

Li gorî rapora Rûdawê, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Mithat Sancar îro 28ê Mijdara 2021an di mîtînga partiya xwe ya li bajarê Mêrsînê de  derbarê rewşa xirab a aborî ya Tirkiyê de rexne li desthilatê girtin û got: “Eger em vê desthilatê neşînin, sala bê em dê bi çirayê li van rojan bigerin.

Mithat Sancar wiha got "Pêwîstiya Tirkiyê ya bi genim di salekê de 18 milyon ton e. Lê  niha 12 milyon ton hatine hilberîn.  Divê 6 milyon ton genim bê hawîrdekirin. Em dizanin ku ev yek dê  li baramber van nirxên diravan çiqas bi mesref be. Wate êdî meseleya nan ji sembolê derketiye. Di sala  pêşiya me de krîza xorakê û xela li benda me ye. Eger em vê desthilatê neşînin û demildest hilbijartina pêşwext bi vê desthilatê nedin qebûlkirin û bi têkoşîna hevpar a gelan sindoqan neynîn pêşiya gel, sala bê dê saleke tije bi karesat be ku em dê bi çirayê li van rojan bigerin. Vê yekê ji bîr nekin."

Piştî ku nirxê lîreyê Tirkî di van demên dawiyê de bi awayekî tund li beramber diravên biyanî daket û derdora ji sedî 30 nirxê xwe ji dest da, partiyên opozîsyonê li ser rewşa xirab a aboriya Tirkiyê û bihabûna nirxan, berdewam rexneyan li desthilatê digirin û  daxwaza hilbijartina pêşwext dikin. Bi gotina wan êdî desthilat nikare welat bi rê ve bibe û take rêya çareseriyê jî hilbijartina pêşwext e.

Lê partiyên desthilatê AKP û MHP pêdagir in li ser wêya ku hilbijartin demê xwe de di sala 2023an de bê kirin.

 

 

Serepeyv