Mijdar 26, 2021 20:48 Asia/Tehran
  • Gergerlîoglu bo Soylu: Em natirsin

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeli Omer Faruk Gergerlîoglu derbarê operasyonên dijî endam û rêveberên partiya xwe de daxuyaniyek da û got ew li beramberî êrîşên bi vî awayî natirsin.

Parlamenterê HDPê Gergerlîoglu amaje bi wê yekê daku her roj bi operasyonên nefretê yên dijî partiya wan şiyar dibin û got, “em di sîyaseta demokratîk de israr dikin û bila baş bizanibin ku em serî natewînin û natirsin.”

Îro 26ê Mijdara 2021ê di serî de  navend û navçeyên parêzgehên Kocaeli û Stenbolê li gelek parêzgehan operasyonên hemwext hatin kirin.

Li Kocaeli û Stenbolê 10 û li gelek parêzgehên din jî hejmareke zêde endam û berpirsên HDPê hatin desteserkirin.

Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu, dibêje, “Ev demeke dirêj e li dijî rêxistina HDPê ya Kocaeliyê zext hene. Me bi dehan caran got ev zextên zordariyê ne û li dijî sîyaseta demokratîk in û em ê her bibêjin: Ti carî em ji zextan natirsin, bila hemû kes bizanibe. Bila Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu baş bizanibe, bila Waliyê Kocaeliyê baş bizanibe û Rêveberiya Emnî ya Kocaeliyê jî baş bizanibe. Bila qasî ku karibin li dijî sîyaseta demokratîk zextan bikin vala ye.”

Serepeyv